شبكة لالش الاعلامية

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da.

Çavkanî :Rudaw

Li gorî agahiyên Rûdawê, îşev li bajarê Qamişlo yê li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bombeyek teqiya.

Çavkaniyekî taybet ji nav bajarê Qamişlo ji Rûdawê re ragihand, bombeyek li nêzîkî Mizgevta Beşîr a Qamişloyê teqiya.

Li gorî çavkaniyê Rûdawê, bombe bi otomobîla efserekî Artêşa Sûriyê ve teqiyaye.

Heman çavkaniyê aşkere kir, ku pileya vî efserî neqîb e û navê wî jî Xesan e.

Derbarê encamên teqînê de ti agahiyên piştrastkirî nehatine zanîn.

Herwiha hêj ti aliyekê berpirsatiya teqînê li xwe negirtiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gorbaçov: cihan berbi şerê dawîyê diçe

Lalish Duhok

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Divê qaymeqamê Şingalê were diyarkirin

Lalish Duhok

Brîtanyayê komkujiya Kurdên Êzidî nas kiribû: Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

Lalish Duhok