شبكة لالش الاعلامية

DAIŞ çekdarên xwe çavtirsandî dike

DAIŞ çekdarên xwe çavtirsandî dike

Çavkanî :Rudaw

Li navçeya Hawicê ya Kerkûkê çekdarên DAIŞê welatî kom kir û ji wan xwest şerê Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bikin û 5 sivîl jî bi tohmeta sîxurî kuştin.

Rêveberê Polîsên Nahiye û Navçeyên Kerkûkê Serhad Qadîr ji Rûdawê re ragihand, çekdarên DAIŞê duh welatiyên navçeya Hawicê kom kir û ji wan xwest ku şerê pêşmerge û leşkerên Iraqê bikin.

Serhad Qadîr diyar kir ku çekdarên DAIŞê ji bo ku xelkê çavtirsandî bike 5 sivîl bi tohmeta sîxuriyê kuştin.

Hat zanîn rêxistina DAIŞê li ser egera destpêkirina operasyonekê li navçeyê tekerên kevin û petrola xam berhev kiriye. Rêxistin ji bo rê li ber êrişên asmanî bigre gelek caran vê metodê bikar tîne.

Herwiha tê gotin çekdarên rêxistinê xwekuj û wesayitên bombekirî amade kirine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazekê ji xelkê Kurdistanê dike: Vaksînê werbigrin

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê dike

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê û Cihnişînê Abu Dabî civiyan

Lalish Duhok