شبكة لالش الاعلامية

Yasin Aktay: Ev dewlet çiqas ya tirkan be, ewqas ya kurdan e jî

Yasin Aktay: Ev dewlet çiqas ya tirkan be, ewqas ya kurdan e jî

Çavkanî :TRT Nûçe

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay got: “Komara Tirkiyê wê tu carî destûrê nede ku rêxistina terorê kurdan bike kole. Lewra ev dewlet, çi qas ya tirkan be ew qas jî ya kurdan e.”

Aktay bi Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Ebûbekir Bal û Serokwilayetê AK Partiyê Muhammed Akar va çûn navçeya Dîcleyê û teşkîlata navçeyê ya partiyê ziyaret kir.

Aktay li wê derê axivî û bi bîr xist ku Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Deryan Aktert çend roj berê bi destê terorîstên PKKyî va hat kuştin û got ku bi êrîşan va dixwazin ku mirovan bitirsînin, ev jî acziyeta rêxistinê dide nîşan, bi defikan va kuştina mirovekî hêsan e.

Aktay destnîşan kir ku êrîş bi qeleşî tên kirin û wiha dewam kir:

“Heke vê rêxistinê li dijî siyasetmedaran dest bi êrîşan kiribe, ev nayê wateya xurtbûna wê, tê wateya qelsbûna wê. Kesên ku pişta xwe didin rêxistina terorê, qeleşiya wê, bila siyaseta ku ew adikin wek siyaset zen nekin, ew ne siyaset e, çeqeltî ye. Bi nemerdî siyaset nayê kirin. Siyaset, karê merd, camêr û egîdan e.”

Aktay bal kişand ku rêxistina terorê PKK bi çekê zordestiyê dike û wiha got, “Siyasetmedarên ku xwe dispêrin rêxistina terorê êdî çîrokek nemaye ku qalê bikin.”

Herwiha Aktay bal kişand ser guhertinên yasayî yên demokratîk û wiha xeberda:

“Komara Tirkiyê dê tu carî îzin nede ku rêxistina terorê, kurdan bike kole. Ji ber ku ev dewlet çiqas ya tirkan be, ewqas ya kurdan e jî. Kurd li tu derê dinê, li tu welatekî li dora me, bi qasî Tirkiyê xwe rehet, azad û serbixwe hîs nakin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Workşopek li dor rolê jinê dinava dam û dezgehên leşkerî û eminî da hate encamdan

Lalish Duhok

Çopî ji hevjînê xwe dûr ketiye

Lalish Duhok

Haluk Öztürk: SÎYA KERÊ

Lalish Duhok