شبكة لالش الاعلامية

Leşkerên Almanya li Kurdistanê dimînin

Leşkerên Almanya li Kurdistanê dimînin

rudaw

Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier diyar kir ku kontrolkirina rojhilata Mûsilê biryardariya hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dide nîşandan. Steinmeier herwiha aşkere kir, ku leşkerên almanî dê salek din jî li Iraqê bimînin, ku li Herêma Kurdistanê perwerdehiyê didin hêzên pêşmerge.

Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de, ew bû 2 sal ku 150 pisporê leşkerî yên almanî li Herêma Kurdistanê perwerdehiyê didin Hêzên Pêşmerge.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku piştî serkeftinên hêzên Iraqê, DAIŞ ji rewşa êrîşê, ketiye rewşa parastinê.

Steinmeier li ser têkoşîna li dijî DAIŞê pesnê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê da û got: “Kontrolkirina rojhilata Mûsilê biryardariya têkoşîna Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dide nîşandan.”

Frank-Walter Steinmeier ji Hikûmeta Iraqê xwest ku li herêmê asayiş û îstiqrarê pêk bîne û ewlehiya welatiyên ku zêdetirî 2 salan e di bin kontrola DAIŞê de ye, biparêze.

Herwiha Wezîrê Derve yê Almanya destnîşan kir ku welatê wî dê alîkariya xwe ya mirovî bidomîne û got: “Ji bo ku li deverên rizgarkirî ewlehî û îstîqrar pêk were, me sala par 120 milyon euro alîkarî şand.”

Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku hêzên almanî, li Iraqê saleke din jî bimînin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li şêx Feysel El Cerba kir

Lalish Duhok

Vekirna pêşangehekê li dor şînwar û mezargehên ayînî yên Êzidî û Krstyana li ‘raqê û Kurdstanê

Lalish Duhok

Sîrwan Barzanî: Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Sergeran operasyonek hevbeş pêk anîn

Lalish Duhok