Trump: Pêwîstbû Amerîka bê petrol ji Îraqê derneketiba
Waar Media
Donald Trump, serokê Amerîka ragehand: demê Amerîka ji Îraqê derket, Îraq bê hikûmet bû lewra Daişi çêbû, niha jî Îraqê çi hikûmet nînin.
Trump behsa demê vekêşana serbazên Amerîka ji Îraqê kir û got: nedibû Amerîka bê petrola Îraqê derketibû, ji berku eger petrol neba, niha Daişê jî nedibû, Daişê çalakîyên xwe bi berhemê petrolê dike, li demê Amerîka Îraq hêlaye hevdem valahîyek hêla, ji berku li wî demî Îraq ya bê hikûmet bû, lê heta niha jî Îraq bê hikûmete.
Herwesa Trump zêdetir ron kir û dîyar kir: Îraq û Îranê di demekî da di yek astê hêza serbazî da bûn, lê piştî Amerîka çû, yek ji wan welatan ku Îraqî lawaz bû biwî rengî niha Îran ya kontrolê li ser Îraqê dike.
Navhatî rexne li sîyaseta derve ya Amerîka kirin ku şeş tirilyon dolar li rojhilata navîn mezaxtine, di demekî da neşê qutabxaneyekê li Los Enclusê ava bike, herwesa rexne li çawanîya destpêkirina operasyona Mûsil kir û got: her ji destpêkê demê operasyonê dîyar kir û bi wî awayî Daişê berhevîyên baş bo şer kirin.
Post Views: 81
تُتاح هذه الصورة أيضا في:
Kurdî