شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Newroz wateya têkbirina zulmê û derketina ronahiyê ye

Barzanî: Newroz wateya têkbirina zulmê û derketina ronahiyê ye

Rûdaw

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji boneya Newroz û serê sala kurdî peyamek belav kir û got; “Divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe, xwediyê biryara çarenivîs û jiyana xwe be.”

Serok Barzanî di peyama xwe de bi helkefta cejna Newroz û hatina serê sala kurdî pîrozbahî li hemwelatiyên Kurdistanê, hemû kurdên li derveyê welat û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê kir û got; “Hêviya salekî xweş, pir bi bereket û bexteweriyê ji bo hemû aliyan dixwazim.”

Di berdewama peyama xwe de Serok Barzanî behsa wateya meha Adarê kir û diyar kir, ku ev meh meha serkeftin û xweşî û êşên gelê Kurdistanê bûye.

Serok Barzanî di beerdewama peyama xwe de wiha got:

“Li gel wê yekê jî Adar û Newroz ji bo gelê me hêmaya têkbirina zulmê û derketina ronahî û jiyanê dide. Ev yek jî tê wê wateyê, ku qurbanîdan û xebat bi encam û bi berhem dibin.

Di qonaxên dijwarên xebatê de, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê, ji parastina nasnameyê heta têkbirina terorîstên DAIŞê, divê bi encamp bin û pêwîst e ev xebat û destkeft jî tenê gavekê jî paşve neçe. Divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe û xwedî biryar û çarenivîs û jiyana xwe be. Ev yek bersîva herî rast û wefaya herî mezin e ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha behsa tekoşîn û rola pêşmerge kir û diyar kir; “Ew berdêlên gelê Kurdistanê daye, ew çanda bilind a pêkvejiyan û lêborînê, herwiha qehremaniya ku pêşmerge tomar kiriye, di çavê cîhanê de ne veşartiye û niha cîhan şanaziyê bi gelê Kurdistanê û pêşmerge dike.”

Serok Barzanî di peyama xwe de ji gelê Kurdistanê xwest hêviya xwe bihêz bigrin û tekez kir, ku dê berxwedan û xweragirî berheman bide.

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî Newroza malbatên şehîdan û hemû pêşmergeyan jî pîroz kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Beyan name Li bîr anîna yekemîn ya karesata Şingal

Lalish Duhok

Bi amade buna Şêx Şamo dyarî li ser zarokên bê semyan yên Şingalê hatine belav kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî ji bo bîranîna Enfala Badînanê: Divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike

Lalish Duhok