شبكة لالش الاعلامية

Amerîka: Em keyfxweşin ku nûnerê Barzanî di konfransê de amade ye

Amerîka: Em keyfxweşin ku nûnerê Barzanî di konfransê de amade ye

Rûdaw

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand, ku ew bi amadebûna nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfransa Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de ku îro li Washington a paytexta wî welatî dest pê kir, keyfxweşî in.

Îro çarşemî 22ê Adara 2017ê, konfransa Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê li Washington a paytexta Amerîkayê dest pê kir.

Di konfransa îro ya li Washingtonê de, wezîrên derve, wezîrên berevanî û berpirs û nûnerên 68 welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de amade bûne.

Di konfransa îro de, aliyên beşdar bi taybetî dê derbarê çawaniya bileztirkirina proseya têkbirin û jinavbirina rêxistina DAIŞê li Iraqê û Sûriyê de gotûbêj bikin.

Biryar e, konfransa Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê ya li Washingtonê bo heyama 2 rojan berdewam be.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr Fuad Hisên weke nûnerê Herêma Kurdistanê û nûnerê taybetê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfransa îro ya li Washingtonê de beşdar e.

Ev cara yekem e, ku nûnerê Herêma Kurdistanê di konfranseke Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de beşdar dibe. Di civînên pêştir de, Herêma Kurdistanê bo civînên vê konfransê nehatibû vexwandin û ji ber wê çendê jî Herêma Kurdistanê nerazîbûnên tund nîşan dabû.

Di destpêka konfransa îro ya li Washingtonê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson gotarek pêşkêş kir.

Rex Tillerson lidarxistina civîna îro ya Hevpeymaniya Navdewletî bi giring da zanîn û ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê di şerê terorê û şerê li dijî rêxistina DAIŞê de serkevtinên mezin bi dest xistiye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi amadebûna Nûnerê Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Hisên di konfransê de kir û ragihand: “Em keyfxweşin ku nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê di vê konfransê de amade bûye.”

Rex Tillerson behsa hevkariya navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê di operasyona kontrolkirina Mûsilê de kir û ragihand, ku hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî bûye sedema serkevtinên mezin.

Tillerson diyar kir, ku rûbirûbûn û têkoşîna li dijî terorê, û berpirsyariya hemû aliyan e.

Tillerson tekezî li ser berdewambûna şerê li dijî DAIŞê kir û destnîşan kir, ku divê ew zêdetir hevkariya hêzên xwecihî yên li Iraqê û Sûriyê bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di beşeke din a gotara xwe de destnîşan kir, ku DAIŞ nûneratiya olsa Îslamê nake û tekezî li ser hevkarîkirina Iraqê bo dubare avedankirina wî welatî kir.

Rex Tillerson amaje bi rola Tirkiyê di şerê li dijî DAIŞê de kir û da xuyakirin, ku Tirkiyê bi tundkirina ewlehiya sînorên xwe roleke mezin di şerê li dijî terorê de lîstiye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ku bi serdanekê li Amerîkayê ye, di konfransê de amade bûye û gotarek pêşkêş kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeke koçber a Şingalê namzede ji bo şahciwaniya Iraqê

Lalish Duhok

Li mûsilê Daişê 15 jinên Kurdên Êzîdî şewitandin

Lalish Duhok

Amer Çelik : Şîxadî …Rastî û nasîn

Lalish Duhok