شبكة لالش الاعلامية

Bi wêne.. 6 çekdarên DAIŞê li Şingalê hatin kuştin

Bi wêne.. çekdarên DAIŞê li Şingalê hatin kuştin

K24

Peyamnêrê K24ê li ser zarê fermandarên serbazî ragihand, îro berbangê 6 çekdarên DAIŞê xwastin xwe vedizin û di çeperên Pêşmerge re derbas bibin, lê Pêşmerge agahdar bûn û bersiva wan dan. Çekdarekî DAIŞê xwe teqand û yên din jî hatin kuştin.

Rêveberê Asayişa Şingalê Qasim Simo ji K24ê re ragihand, îro 6 çekdarên dixwastin ku di nava çeperên Pêşmerge re derbas bibin, lê bûn armanca Pêşmerge, 5 çekdar hatin kuştin û yekî ji xwe teqand. Ti ziyan jî negihêşt Pêşmerge.

Qasim Simo da zanîn jî, ku berê agahiyên wan hebûn ku hin ji çekdarên DAIŞê dixwazin di nava çeperên Pêşmerge derbasî Sûriyê bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka daxwaza sînordarkirina êrişan ji Tirkiyeyê dike

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Tirkiyê strana Dar Hêjîrokê

Lalish Duhok

Keça Êzîdî Nîda Reşo ji Kampa Penaberan Bo Xwendina Doktoriyê li Îtalya

Lalish Duhok