شبكة لالش الاعلامية

Qasim Dirbo: Heşdî şeibî nahêle xelk qesta gund û warê xwe bike

Qasim Dirbo: Heşdî şeibî nahêle xelk qesta gund û warê xwe bike

BasNews

Berpirsê operasyonên Pêşmerge li fermandariya Şingale diyar kir, roja 27.05.2017ê Pêşmergeyên Kurdistanê rê ji bo hemwelatiyan vekir ku biçin qesta nav gund û warên xwe bikin û biçin Tel Benat, Koço û Tel Qeseb û deverên din, lê heşdî şeibî rê li hemwelatiyan girt û nehêla biçin.

Qasim Dirbo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî heşdî şeibî razî nebû xelk qesta mal û milkên xwe bike, em naçarbûn careke din rê bigrin ji ber li gor hin zanyariyan heşdî şeibî gef li hemwelatiyan kirine û nahêle û rê nedaye ti kesekê ku ew cîhên ku heşdî şeibî girtine qesta wan deveran bikin.’’

Herwaha got: ‘’Heşdî şeibî gelek gund û wargehên êzdiyan kontrol kirine, wek Til Benat, Til Qeseb, Koço û Girzerk û naha jî heşdî şeibî û PKK ber bi Sîba Şêxidir û Gir Ezîz ve diçin. Hatina heşdî şeibî dê aloziyên mezin li Şingalê ava bike.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hijmareke dî ji Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin ji destê‌ tîrorstên Da’ş

Lalish Duhok

Salvegera dengbêjê çyayê Şingalê “Qepal Dumo”

Lalish Duhok

Çekdarên PKKê li Duhokê êrişî hêzên Pêşmerge kirin

Lalish Duhok