شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo roja cejna karkerên cîhanê peyamek belav kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo roja cejna karkerên cîhanê peyamek belav kir

BasNews – Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û ragehand, bi boneya 1ê Gulanê roja cîhanê ya karkeran pîrozbahî li Karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê em dikin.

Îro 01.05.2021ê berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil peyamek belav kir û ragehand: ‘’Bi boneya 1ê Gulanê roja cîhanê ya karkeran em pîrozbahî li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin.’’

Di beşeke din a peyama xwe de jî amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Karker makine û çerxa wegerandina kar û aborî ne. Li gel wî erke giran dane ser milê xwe jî roleke giring, di bingeh kirin û avadaniya niştimanê me de jî xwedî rola herî giring in.

Herwaha teqez kir hikûmeta herêma Kurdistanê li gel bilind nirxandina rola karkeran di civakê de, piştevaniya mafên wan ên rewa bo dabîn kirina jiyana aram û jiyaneke xwedî şiyan û ji bo wê jî berdewam kar kirine di çarçoveya yasa û rênmayiyan de, ku mafên xwe bidest bixin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rûsya: Îhtîmaleke mezin Ebûbekîr Bexdadî hatiye kuştin

Lalish Duhok

Mîrê Tehsîn Beg bo sekreterê giştî yê NY: Bila Şingal bibek parêzgeheka Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî serxweşîyê li xelk û hikumet a Elmanîyayê dike

Lalish Duhok