شبكة لالش الاعلامية

Hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Yûnanistanê li Atîna dest pê kir

Hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Yûnanistanê li Atîna dest pê kir

BasNews – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis dest pê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana Belçîkayê, duh gihişte Yûnanistanê.

Qasekî beriya niha jî hevdîtina Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Yûnanistanê dest pê kir.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdanê de dê ligel rayedarên Yûnanistanê bicive û li ser geşedanên herêmê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê, bi taybetî derfetên sermayeguzarî û veberhênana Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê gotûbêj were kirin.

Beriya serdana bo Atînayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdan Belçîkayê kir û li wê derê ligel Serokwezîrê Belçîkayê û Serokwezîrê Herêma Flandersê û Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê civiya.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokatîya herêmê: Girtina perlemantarên HDPê dê rewşa Tirkîyê aloz bike

Lalish Duhok

Ahenga derçûna kempîna lailş ya rewşenbîrî ya diuwê‌ hate li darxstin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî teqîna li navçeya Sedir a Bexdayê şermezar kir

Lalish Duhok