شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê mirin

Li Herêma Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 761 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 761 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 149 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê, 338 kes li Duhokê, 41 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 562 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 90 kes li Hewlêrê, 222 kes li Silêmaniyê, 214 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 184341

Mirin: 4465

Başbûn: 172569

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Êzdiyan di gel Parêzgarên Orfa û Mardînê civiya

Lalish Duhok

Li Şingalê toreke derxistina nasnameyê bo serkirdeyên PKKê hat eşkerekirin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî şehîdkirina 4 welatiyên kurd li Cindirêsê bi tundî şermezar kir

Lalish Duhok