شبكة لالش الاعلامية

Şaneyeke DAIŞê hat girtin

Şaneyeke DAIŞê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Asayîşê yên Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê şaneyeke DAIŞê girtin ku destê wan di kuştin û tawanên di nav kampê de hebûye.

Ev operasyona Asayîşê piştî wê yekê hat ku 3  kesên Iraqî yên di kampê de hatin kuştin .

Çavkaniyekî ji Rêveberiya Kampa Holê da xuyakirin ku 3  kes hatine girtin ku berpirsê wan tawanane ku di beşa yekem a kampê de hatine kirin.

Li Kampa Holê bêhtir ji 62 hezar kesan dijîn ku %90 a wan jin û zarokên endamên DAIŞê ne.

Ji destpêka îsal heta niha 70 kes di nava wê kampê de hatine kuştin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Fazil Mîranî: Li şûna xirabî behsa başiyên hev bikin

Lalish Duhok

Li Kurdistana rojhilat yek heftiyê de 20 çalakvan hatin girtin

Lalish Duhok

Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kir

Lalish Duhok