شبكة لالش الاعلامية

Reşka şevê li Dêrsimê hat dîtin

Reşka şevê li Dêrsimê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Geliyê Munzûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê guhreşek hat dîtin. Ji ber guhreşk kêm tên dîtin di nav gel de wek “reşka şevê ya daristanan” tên binavkirin.

Li Parka Netewî ya Geliyê Munzûrê cureyekî psîkên kovî guhreşek (bi navê zanistî Caracal) an jî ku wek weşeq jî tê zanîn hate dîtin. Ji ber ku guhreşk li cîhanê di bin xetereya tunebûnê ne, ji aliyê Yekîtiya Parastina Jîngehê ya Navdewletî (IUCN) ve ketiye lîsteya sor.

Ji ber ku guhreşk bi giştî bi şev dertên neçiriyê, di nav gel de wek “reşka şevê ya daristanan” tên binavkirin. Welatiyê bi navê Sefkan Salan dema bi hevalên xwe re dertê gerê, li gelî rastî guhreşek tên. Salan bi kameraya telefona xwe dîmenên wê digre û piştî demekê guhreşk ji ber çavan wenda dibe.

Sefkan Salan diyar kir ku dema li gelîyê Munzûrê bi otomobîlê digeriyan guhreşek dibînin û bi telefona xwe dîmenê wê dikşîne û wiha got “Di havînê de gelek kes serdana Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê dikin, jiyana kovî jî ji vê yekê gelek bandor dibînin. Car caran guhreşk dibin hedefa nêçîrvanên qaçax. Ji ber vê yekê divê ev candar wekî ku heq dikin werin parastin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzidiyan: Heta neha 15 welatan keysa Êzidiyan bi cînosaîd nasandîye.

Lalish Duhok

dû şêwekarên Êzidî bi rêya honeri êş û azarên Şingalê di gehinin tevaya cihanê

Lalish Duhok

Şêx Şamo ji nêzîk agehdarî rewşa xêzanên zyanvêkeftî yên kempa Şarya bû

Lalish Duhok