شبكة لالش الاعلامية

Şingal – Keçikeka êzîdî ya rizgarbûya destê DAIŞê li Koço qebra xwe dît!

Şingal – Keçikeka êzîdî ya rizgarbûya destê DAIŞê li Koço qebra xwe dît!

BasNews – Keçikeka êzîdî ya rizgarbûya destê DAIŞê li gundê Koço yê Şingalê qebra xwe dît û li ser giriya!

Îro heftemîn salvegera komkujiya gundê Koço yê Şingalê bû. Bi vê helkeftê komek keç û jinên êzîdî çûn ser goristana gund û şîna miriyên xwe girtin.

Yek ji wan keçên ku çûbû goristanê, Sîpan Xelîl bû ku çendekî beriya niha ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Sîpan Xelîl ji BasNewsê re got, îro dema ez çûm nav goristana gund, min qebrek dît navê min li ser hatibû nivîsandin!

Sîpan Xelîl her wiha got, dema terorîstên DAIŞ ez revandim, ji malbata min re hatibû gotin ku keça we di bordûmana firokeyan de hatiye kuştin. Malbata min jî tiştek nedizanîn loma bo min qebrek çêkiribûn û navê min li ser nivîsandibûn.

Wê keça êzêdî da zanîn jî, ew roja 2 vê mehê li bajarê Dirha yê Sûriyê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

Sîpan Xelîl li ser dîtina qebra xwe jî got, dema min qebra xwe dît, ez pir êşiyam û min kire girî. Ew cihê ku qebra min tê de bû, qutabxaneya min bû, niha bûye goristan. Ev jî gelekî bi êş û jan e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Raperîn peyamekî zelal a Gelê Kurdistanê ye ji bo hemû cîhanê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Xebata me ji bo serxwebûnê ye

Lalish Duhok

Fûad Husên: Me bi eşkere ji Trump re got

Lalish Duhok