شبكة لالش الاعلامية

Heta niha nêzîkî 1.5 milyar dînar bo mexdûrên lehiya Hewlêrê hatiye komkirin

Heta niha nêzîkî 1.5 milyar dînar bo mexdûrên lehiya Hewlêrê hatiye komkirin

BasNews – Desteya berhemênerên Kurdistanê ragehand, heta niha nêzîkî 1.5 milyar dînar alîkarî bo mexdûrên lehiya Hewlêrê hatiye komkirin.

Ev çend roj in sazî û dezgehên cur bi cur kempênên komkirina alîkariyan bo mexdûrên lehiya Hewlêrê dane destpêkirin.

Serokê desteya berhemhênerên Kurdistanê, Mihemed Şukrî ragehandiye, heta niha dewlemend û bazirgan û karsazan milyarek û 460 milyon dînar alîkarî bo mexdûrên lehiya Hewlêrê kom kirine û ev kempên dê heta dûmahîka vê hefteyê berdewam be.

Mihemed Şukrî daye zanîn jî, ewê wan alîkariyên ku tên komkirin, teslîmî parêzgariya Hewlêrê bikin û ewê jî bi ser mexdûrên lehiyê de parve bikin.

Li gorî bîlançoya ku ji aliyê parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ve hatiye belavkirin, ziyana lehiya Hewlêrê 21 milyar dînar bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazekê ji xelkê Kurdistanê dike: Vaksînê werbigrin

Lalish Duhok

Bawername derçonê li ser pişkdarên xoleka fêrkirina zimanê inglîzî û komputery hatine belave kirin

Lalish Duhok

PKK nahêle berpirs û kadroyên PDKê bo hilbijartinan derbasî Şingalê bibin

Lalish Duhok