شبكة لالش الاعلامية

Johnson bo Nêçîrvan Barzanî: Em piştevanên daxwaza te ne

Johnson bo Nêçîrvan Barzanî: Em piştevanên daxwaza te ne

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Brîtanyayê nameyek ji bo Serokê Herêma Kurdistanê şand û serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Londonê, ji bo “kûrkirina peywendiyên nêzîk” wek `derfeteke girîng` binav kir û herwiha piştevaniya xwe ji bo daxwaza Nêçîrvan Barzanî ya bo çaksaziyên Pêşmerge derbirî.

Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro ragihand, nameyeke Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson gihişt Nêçîrvan Barzanî.

Piştgiriya Brîtanyayê

Li gor daxuyaniyê, di nameyê de Serokwezîrê Brîtanyayê, pabendiya welatê xwe bi seqamgiriya demdirêj a Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 15/09/2021 serdana Londonê kiribû û jibilî berpirsên din ên pilebilind li gel Serokwezîr Boris Johnson jî civiyabû.

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Boris Johnson li Londonê

Peywendiyên nêzîk

Serokwezîrê Brîtanyayê jî di wê nameyê de behsa serdana Nêçîrvan Barzanî dike û wê serdanê ji bo kûrkirina “peywendiyên nêzîk” û gotûbêjkirina alîkarî û hevkariya di navbera herdu aliyan de, wek “derfeteke girîng” binav dike.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson di bersiva nameya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de diyar dike, “Kêfxweş bûm ku Îlona derbasbûyî min li Londonê mazûvaniya we kir, piştî ku min sala 2015an serdana Hewlêrê kiribû. Brîtanya hevbeşiya me gelek bilind dinirxîne û pabenda seqamgirî û asayişa demdirêj a Iraq û Herêma Kurdistan a Iraqê dimîne.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş wê bi çalakîyên cora û cor sax kirina karesata Şingalê li bîr bîne

Lalish Duhok

Biden hûrgiliyên operasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê ragihandin

Lalish Duhok

Desteya Bilinda Bingehê Laliş çar pertûkên nû weşandin.

Lalish Duhok