شبكة لالش الاعلامية

Biden: Egera êrîşa kîmyayî ya Rûsyayê gefeke rasteqîn e

Biden: Egera êrîşa kîmyayî ya Rûsyayê gefeke rasteqîn e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî li ser îhtîmala encama êrîşa kîmyayî bo ser Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve dide û dibêje: “Ev gefeke rasteqîn e.”

Joe Biden beriya geşta xwe ya bo Brukselê, ku biryar e hejmarek hevdîtin ligel serkirdeyên welatên Ewropayê ji bo dîtina çareseriyek bo qeyrana Ukraynayê bike, ji rojnamevanan re axivî.

Li ser pirsa îhtîmala encamdana êrîşa kîmyayî bo ser Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, Joe Biden diyar kir: “Ez di wê baweriyê de me ku ev gefeke rasteqîn e.”

Derbarê vê mijarê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kir: “NATO piştevaniyeke zêdetir dide Ukraynayê, da ku bikare rûbirûyî gefa êrîşa atomî û kîmyayî bibe.”

Ev di demekê de ye, hefteya borî NATO li ser egera hewldana bikaranîna çekên kîmyayî li Ukraynayê hişyarî da Rûsyayê û ragihand ku hêzên berevanî yên esmanî û dijemûşekên patriot li eniya rojhilat, li Polanda û Slovakya zêde dikin.

Biryar e, Serokê Amerîkayê Joe Biden roja pêncşemê beşdarî Lûtkeya Taybet a NATO ya li Brukselê bibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” heşt salya wexerkirna honermend”Xidr Feqîr” hate saxkirin

Lalish Duhok

Projeyeka stratejîk li Zaxoyê dê çûnûhatina welatiyan hêsantir bike

Lalish Duhok

Serokê Bingehê Laliş: Kongirên tayî û nivîsîngehên Laliş bi şêweyekî dîmukrasîyane bi rêve di çin.

Lalish Duhok