Hunermend Mihemed Erbîlî koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar ê Hewlêrê Mihemed Ehmed Erbîlî îro di 89 saliya xwe de li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawî kir. Parêzgarê Hewlêrê jî ragihand, “Hewlêr û Kurdistanê stêrkeke mezin a hunerê ji dest da.”
Hunermend Mihemed Erbîlî ew demek bû ku tendirustiya wî xirab bûbû, gorçikeke wî jî ji kar ketibû û biryar bû neştergerî jê re bê kirin.
Semîr Sabîr, zavayê Mihemed Erbîlî îro Duşembê 20ê Hezîrana 2022an ji Rûdawê re ragihand, “hunermend Mihemed Eerbîlî piştî demjimêr 09:00ê sibeha îro koça dawî kir.”
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw xemgîniya xwe li bermaber koça dawî ya wî hunermendê mezin û navdarê Hewlêrê nîşan daye û ragihandiye, “Hewlêr û Kurdistanê stêrkeke mezin a hunerê ji dest da.”
Mihemed Erbîlî ji ber dengê xwe yê xweş her ji zarokatiya xwe ve sitran digotin û xwediyên çendîn stranênnavdar ên wek Ey Dilêran, Keça Kafiroş û Hewlêr e.
Derbarê wî hunermendî de, Berdevkê Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê Namîq Hewramî dibêje, “Mihemed Erbîlî bi esil xelkê Balekayetî ye û ya ku tê gotin ew Tirkmen e nerast e, lê belê bi Tirkmenî stran gotine.”
Berdevkê Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê diyar jî kir ku Mihemed Erbîlî sala 1959an li Radyoya Bexdayê strana xwe tomar kir lê belê pêştir jî stranên wî hebûn. Namîq Hewramî tekez kir, “ew hunermendê navdar xwediyê hin sirûdên navdar e wek Ey Dilêran, Lawanî Kurd û li ser wan sirûdên xwe hatiye desteserkirin û gelek hatiye êşandin.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî