Erdogan daxuyaniyek li ser operasyona Rojavayê Kurdistanê da
Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li ser operasyoneke muhtemel a li dijî Rojavayê Kurdistanê got, “Amadekariyên me yên ji bo temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya ku me li ser sînorê Sûriyê daye destpêkirin biqede, em ê dest bi operasyonên nû bikin.”
Piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan li ser naveroka civînê û mijarên di rojevê da daxuyanî da.
Erdogan got, “Şerê Rûsya û Ukraynayê careke din nîşan da ku karê welatên ku ne xwedî nêrîn, armanc û projeya xwe ne, gelekî zehmet e.”
Erdogan diyar kir ku li ser sînorên Herêma Kurdistanê operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê berdewam dikin û li ser operasyona muhtemel a li dijî Rojavayê Kurdistanê de got, “Amadekariyên me yên ji bo temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya ku me li ser sînorê Sûriyê daye destpêkirin biqede, em ê dest bi operasyonên nû bikin.”
Endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandê
Erdogan da zanîn ku ew ê beşdarî Lûtkeya NATOyê ya ku dê sibe Sêşemê li Îspanyayê bê kirin û endamtiya Swêd û Fînlandiyayê tê de dê were gotûbêjkirin bibe û anî ziman, “Em ê durûtiya ku di mijarên wek PKK, YPG û FETO de tê kirin, bi belge û agahiyan li rûyên wan xînin.”
Zêdekirina mûçeya herî kêm
Erdogan li ser nîqaşa mûçeya herî kêm jî diyar kir ku Wezîrê Xebatê û Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Herî Kêm dê bên ba hev, xebatên xwe biqedînin û biryarê piştî vegera ji Lûtkeya NATOyê parve bikin.
Erdogan got, “Di dema ku mûçeya herî kêm tê zêdekirin, Wezareta me dê ji bo xwedîderketina karsazên ku heta hejmareke diyarkirî karkeran dixebitînin jî rêbazekê pêş bixe.”
Enflasyon
Erdogan diyar kir ku ew li ser enflasyonê ji welatiyan hêviya sebrê dikin û amaje bi meha Sibat-Adara 2023an kir û got, “Armanca me ew e ku enflasyon çi dibe bila bibe em nehêlin xebatkar û xanenişînên xwe di bin mesrefa jiyanê de nemînin. Em ê enflasyonê daxin asteke maqûl û kêmtir.”
Erdogan li ser mûçeya Serokomariyê ku tê gotin dê bibe 140 hezar TL, bang li Parlamentoya Tirkiyê kir, “Ez daxwaz dikim ku di civînên bûdceya de maddeya ku li ser mûçeya Serokomariyê ye ji metna qanûnê bê derxistin.”
Erdogan her wiha destnîşan kir li Edeneyê di 2 bîran de nefta bi kalîte hatiye dîtin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî