شبكة لالش الاعلامية

Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê careke din topbaran kir

Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê careke din topbaran kir

 Îro 22.07.2022yê careke din artêşa Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê topbaran kir. Hêjayî gotinê ye roja çarşema borî jî di encama topbarana artêşa Tirkiyê ya li gundê Perexê 9 geştyarên Iraqê hatin kuştin û 29 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberê nahyeya Derkar a ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê Dilşêr Ebdulstar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro artêşa Tirkiyê sînorê gundê Perexê careke din topbaran kir û naha em ji bo ziyanên topbaranê bizanin ber bi cîhê bûyerê ve rêkeftine.’’

Herwaha got, tenê di vê heftiyê de zêdetir ji 3 caran gundê Perex a li sînorê Zaxo hatiye bombebaran kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Netewên Yekgirtî: Zêdetir ji 38 hezar kesan ji Kurdistana Başur koç kirine

Lalish Duhok

Divê her PKK ji Şingalê derkeve û ti rêyeke din li pêşiya wê nîne

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî yên Efrînê tên neçarkirin ku ola xwe biguherin

Lalish Duhok