شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzdî daxwaxa darve kirina kujerê Axîn a 6 salî dikin

Kurdên Êzdî daxwaxa darve kirina kujerê Axîn a 6 salî dikin

BasNews – Kuştina Axîn a 6 salî ya xelkê Herêma Kurdistanê, bi giştî xelkê îdareya serbixwe ya Zaxo û bi taybet jî kurdên Êzdî dilgiran kiriye û daxwaza darve kirina kujer dikin.

Wekîlê Mîrê Êzdîiyan Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêwîste ew tewanbar û kujer bi tundî bê ceza kirin. Destxweşiyê li saziyên ewlehiya Duhok û Zaxo dikim, ku pir zû karîn tewanbar bigrin. Em gelek xemgînin bi kuştina wan her du koçberên Êzdî yên kampa Çemişko ya li îdareya serbixwe ya Zaxo û pêwîste tewanbar bê darve kirin.’’

Vê derbarê de Desteya Bilind a Binkeya Laleş a Rewşenbîrî û Civakî li Duhokê daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Baweriya me ya bi temamî bi saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku wî tewanbarî ku qet wijdan û nirxekî mirovahiyê li gel tine, dê bigehînin cezayê xwe, ku ev mijar bibe ibret ji bo her tewanbarekî din, ku bixwaze aştiya civakî têkbide. Em daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin, encamên lêkolînên li ser vî tewanî ji raya giştî re ragehînin.’’

Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter jî derbarê kuştina Axîn a 6 salî de ragehand: ‘’Ziman li hember vî tewanê ku li hember zarokekî bêguneh hatiye kirin lall dibe, lê em piştrast dikin ku dê tewanbar bigehe cezayê xwe.’’

Çalakvan, nivîskar û rewşenbîrên parêzgeha Duhokê jî bi awayên cuda cuda hevxemiya xwe ya derbarê wî tewanê li hember wê keç û bavê wê hatiye kirin bertekê nîşan didin û daxwaz dikin tewanbara bê darve kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

YBŞê kuştina fermandarê xwe di êrişa li ser Şingalê de piştrast kir

Lalish Duhok

ŞINGAL – 10 sal bi ser fermana 73an re derbas bûn

Lalish Duhok

Peyama sersaxiya şêx şamo ji bona koça dawî ya Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev

Lalish Duhok