شبكة لالش الاعلامية

Cara yekem li Herêma Kurdistanê konsereke operayê hat lidarxistin

Cara yekem li Herêma Kurdistanê konsereke operayê hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Yekem car e konsereke operayê li Herêma Kurdistanê hat sazdan û hunermenda operayê ya Kurd Soprano Pervîn Çakar tê de beşdar bû ku konser ji aliyê Mala Muzîkê ya Zehawî ve li Keleha Hewlêrê hat sazdan.

Konsera operayê ya Soprano Pervîn Çakar roja Pêncşema 25ê Tebaxa 2022an hat kirin ku yekem car e li Herêma Kurdistanê konserekê dike.

Soprano Pervîn Çakar piştî konserê hestên xwe ji Rûdawê re anîn ziman, “Yekem car bû, ez gelekî bi kelecan bûm, min got belkî li Kurdistanê gelê me ji operayê hez neke hemûyan li çepikan xistin û ez gelekî serbilind bûm, kêfxweş bûm. Spasiya hemûyan dikim.”

Rêveberê Mala Mûzîkê ya Zehawî Hejar Zehawî jî li ser konserê got, “Şewazeke gelekî zehmet e, her kes û neteweyek nikare ji operayê hez bike. Bi rastî îşev temaşevanekî 300 kesî demjimêrek û 20 xulekan guhdariya operayê kirin.”

Di konsera ku hejmareke zêde ya siyasetmedar, hunermend û hezkiriyên operayê tê de amade bûn,  stran bi çend zimanan hatine pêşkêşkirin.

Piraniya stranan ên Kurdî yên kevin hatin gotin.

Mûzîkjen Şêrgo Mihemed Salih hestên xwe anîn ziman û got, “Ji bo me derdikeve ku muzîka Kurdî çiqasî dewlemend e û çiqas guncav e berhemhênerên Kurd bikarin kar li ser bikin ku zimanê Kurdî jî bibe zimanekî cîhanî di xwendina operayê de.”

Mamostayê Zanko Botan Mecîd ê ku beşdarî konserê bibû got, “Hatina hunermendên bi vê şêwazê dibe hander ji bo ku li Kurdistanê xelk zêdetir girîngiyê bidine hunerên cûrbicûr bidin. Tenê li ser rêçikên berê nemînin.”

Fermanber Qelender Berzencî anî ziman, “Em li operayê aşnayê operayê bûn lê bi rastî gelekî baş ew stranên Kurdî kiribû opera, dema te guhdar dikir te didît ku ji awazên klasîk an jî yên bi zimanên din ne kêmtir bû.”

Pervîn Çakar kî ye?

Soprano Pervîn Çakar li Dêrik a Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Wê di 1995an de li Amedê di Darûlbedayiyê da dest bi perwerdehiya muzîkê kir. Wê di sala 2003an de Beşa Perwerdehiya Muzîkê ya Zanîngeha Gazîyê li Enqere qedand. Di wê salê da bû şagirtê Oylun Erdayiyê û dersên şanê li cem wê xwend. Piştî wê ew çû Italyayê û berê li Accademia D’arte Liricayê û dûra jî li Perugia Accademia Musicale Umbriayê da xwend. Di vê navberê de, çû li cem William Matteuzzi, Carmen Gonzalez û Sergio Bertocchi jî dersên şanê xwend. Di 2007-an de, wê dîplomaya xwe ji Konservatuara Perugia F. Morlacchi bi dereceyek herî baş stand û masterê xwe di heman konservatuarê da bi pileya herî bilind ya dibistanê qedand.

Pervîn Çakar, beşdarî dersên masterê yên stranbêjên operayê yên navdar Luciana Serra, Montserrat Caballé, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti, Tiziana Fabbricini, Salvatore Fisichella, Edda Moser û Lella Cuberli bû. Pervin Chakar di 2004an de li Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Eskişehir û Opera û Baleya Dewletê ya Enqereyê dest bi karûbarê xweya şanoyê kir û li Îtalya û welatên Ewropa domand. Beşdarî konser û operayên li Milan Teatro Rosetum, Teatro Politeama Greco di Lecce, Teatro Comunale di Bologna, Venice Teatro La Fenice, Teatro Verdi di Trieste, Theater An Der Wien, Milan Teatro Alla Scala û gelek qonaxên din bû. Wê gelek xelat standin û di piraniya wan pêşbaziyan da bû a yekemin. Dengê wê çend cara di nav dengê jinan da bû ê herî xweş û hat xelatkirin. Wê ji bilî vê dest bi karekî din jî kiriye û stran û klamên Kurdî li gorî mûzîka klasîk a xerbî ji nû ve dixwîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Hewlêrê ahenga îmzekirina pirtûkeke li ser 7 jinên Kurdên Êzidî birêve çû

Lalish Duhok

Hejar Midîr: Êzidî û roja 25 septembra 2017 rêferanduma kurdistanê

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bi şanda Kongresa Amerîkayê ya bi serokatiya Graham re civiya

Lalish Duhok