شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriya nû ya Serok Barzanî digehîne aliyên siyasî yên Iraqê

Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriya nû ya Serok Barzanî digehîne aliyên siyasî yên Iraqê

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê dike û  destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî, digihîne aliyên siyasî yên Iraqê.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragehandiye: “Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê bike. Serokê Herêma Kurdistanê destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî digihîne aliyên Iraqî.”

Lê heman jêderê amaje bi dema serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexda û Necefê nekir.

Ji dema hilbijartinên parlemanî yên di Cotmeha 2021ê de, proseya siyasî ya Iraqê xetimiye. Li gor şopîneran jî sedema wê yekê vedigere nakokiyên di navbera Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de.

Alîgirên Tevgera Sadirê ev nêzî mehekê ye li ber Encûmena Nûneran dest bi mangirtin û xwepêşandanan kiriye ji bo rê li pêşiya avakirina hikumetê bigire. Di heman demê de jî Çarçoveya Hevahengiyê ji 12’ê Tebaxê û vir ve li ser rêya diçe Navçeya Kesk a li Bexdayê dest bi mangirtinê kiriye.

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîra Derve ya Almanyayê ji Nêçîrvan Barzanî re name şand

Lalish Duhok

Roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat diyarkirin

Lalish Duhok

Parlementoya Kurdistanê pîrozbahî li mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Lalish Duhok