شبكة لالش الاعلامية

Sibe li Herêma Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê ye

Sibe li Herêma Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê ye

Hewlêr (K24) – Lijneya Bilind a Dîtina Heyvê ya Herêma Kurdistanê ragihand, sibe li Herêma Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê ye.

Îşev 20ê Nîsana 2023an, di konferanseke rojnamevanî de, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, piştî dîtina heyvê li ser asta hemû parêzgeha, sibe yekem roja Cejna Remezana pîroz e.

Piştîwan Sadiq diyar kir: “Em bi vê boneyê pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê dikin. Em hêvîdar in, ev cejn bibe havêna aştiyê ji bo Kurdan û dawiya kêşe û milmilaniyan be.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî destxweşî li melayên Kurdistanê kir, ku di meha Remezanê de roleke mezin lîstin û ji bo xizmeta misilimanan û mizgeftan xebitîn. Herwiha spasiya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê kir ji ber parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, da ku bikarin di aramiyê de îbadetên xwe bikin.

Welatên wek Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê ragihandine ku sibe Înê yekem roja Cejna Remezanê ye, lê belê welatên wek Maleyza, Endonesiya, Japonya, Sîngapûr, Awustralya û Tayland ragihandine ku sibe Înê temamkerê heyva Remezanê dibe û roja Şemiyê 22ê Nîsanê, yekem roja Cejna Remezana pîroz e.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li parêzgeha Duhokê palpiştya lêboryna ayînî hate kirin

Lalish Duhok

Barzanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî :Dîroka PDK dîrokeke şikûmend û tîje ji qurbanidanê

Lalish Duhok