شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Mixabin piştî derbas bûna 9 salan bi ser vê karesata han, hîn jî rewşa devera Şingalê nehatiye normalkirin

Mesrûr Barzanî: Mixabin piştî derbas bûna 9 salan bi ser vê karesata han, hîn jî rewşa devera Şingalê nehatiye normalkirin

Tora Laliş

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi buneya derbaz buna 9 salan li ser Cînosaîda Şingalê peyamekê belavkir û têda xweyakir

9 sal beriya niha terorîstên DIŞIê êrîşeke hovane birine ser Şingal û derdorê û ji ber êrîşa han hezaran kes ji şêniyên vê deverê hatin komkuj, wenda û awarekirin.

Di vê bîranîna xemgîn de, birêzdarî ve tevahiya qurbaniyên vê komkujiyan han bi bîrtînin û herwiha bi rêzdariyeke zêde ve jî lehengî û berxwedan û qehremaniya hêzên pêşmerge yên Kurdistanê jî bi Serokatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi bîrtînin ku, efsaneya terorîstên DIŞIê têk birin û Şingal rizgar kirin û ramaneke lehengî ya dîrokî tomar kirin.

Destxweşî ji tevahiya wan welatan jî dikin ku, tawanên terorîstên DIŞIê li dijî Kurdên Êzidî bi fermî weke genocide qebûl kirine, hêvî dikin civaka navnetewî hevkar û alîkar be bo kêm kirina êş û elemên xuşik û birayên Êzidî.

Mixabin piştî derbas bûna 9 salan bi ser vê karesata han, hîn jî rewşa devera Şingalê nehatiye normalkirin û jiber xwe feriz kirina milîşa û komên çekdar yên derqanûnî, xuşik û birayên me yên Êzidî nikarîne vegerin ser cîhên xwe û devera wan nehatiye awedankirin.

Di vê bîranîna han de piştîvaniya xwe bo xwestek û daxwazên xuşik û birayên Êzidî dubare dikin û lazime dawî bi rewşa heyî ya li Şingalê were anîn, herwiha tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û derçûna ev hêzên derqanûnî yên ku, li deverê de hene dikin daku, bi hevkariya hikûmeta federalî û civaka navnetewî ev dever were awedankirin û desthilatê deverê jî bo destê xelkê resen yê Şingalê were vegerandin.

Serê rêzdariyê bo şehîdên komkujiya Şingal û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
3 Tebaxa 2023an

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Çandî û Civakî ya Lalişê, tayê Bahzanî, salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê pîroz dike

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî hişyarî da hêzên li nêzîkî sînorê Kurdistanê

Lalish Duhok

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir

Lalish Duhok