شبكة لالش الاعلامية

Sûdanî: Hewcedariya Iraqê bi hêzên şerker ên ti welatekî nîne

Sûdanî: Hewcedariya Iraqê bi hêzên şerker ên ti welatekî nîne  

BasNews– Serokwezîrê Iraq got, Iraq hewcedariya hêzên şerker ên ti welatekî nîne: “DAIŞ êdî ne ew hêza berê ye. Ew li biyabanê ne û metirsî ne.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî ji CNN re ragihand ku rastiya nû ya Iraqê pêwîstî bi hevkarî û hevahengiya ligel hevpeymaniya navdewletî di hin waran de heye.

Sûdanî got ku Iraqê proje rêkeftinek ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê wergirtiye, ku têde behsa awayê peywendiyên Iraq û hevpeymaniya navdewletî ye.

Sûdanî tekez kir ku rê nadin ti grûpeke çekdar ku axa Iraqê ji bo êrişkirina welatên cîran bikar bîne.

Herwiha Sûdanî  got ku hikûmeta wî israr dike ku Îran û welatên erebî nêzîkî hev bike da ku aramî li herêmê çêbike.

Piştî nemana hêzê Iraqî li Mûsilê û dagîrkirina wê ji aliyê DAIŞê ve, Amerîka hevpeymaniyeke navdewletî bo şerê DAIŞê li 62 welatan pêk anî, ku her yek ji wanbi dereceyên cuda beşdarî wê hevpeymaniyê bûn.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê‌ desteya bilind rolê‌ tayên bingehê‌ laliş di dikyomêntkirina karesata şingalê‌ da bilind dinrxînt‎

Lalish Duhok

Kurdek bû serokê parlamentoya Îsraîlê

Lalish Duhok

Çapemeniya Yûnanîstanê bi giringî behsa serdana Mesrûr Barzanî kir

Lalish Duhok