شبكة لالش الاعلامية

Erebên hawirde li gundê Kurdên Êzidî zeviyên zeytûnan talan kirin

Erebên hawirde li gundê Kurdên Êzidî zeviyên zeytûnan talan kirin

 Li gundê Bafelûnê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku nişteciyên wî Kurdên Êzdî bûn, Erebên hawirde û çekdarên grûpa Siltan Mûrad zeviyên zeytûnên cotkarên Kurd talan kirine.

Çekdarên muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê û Erebên hawirde piştî dizî û talankirina berhemên vê zeviyê, darzeytûn jî têk dane.

Li gorî raporeke Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê, 23yê Îlonê, Erebên hawirde, bi alîkariya çekdarên grûpa Siltan Mûrad ev zevî talan û wêran kirine.

Heman rêxistinê da zanîn, berhemên ku jî vê zeviyê hatine dizîn ji bo guvaştekeke bajarê Ezazê hatine birin.

Çalakvana Kurd a Êzidî Zêneb Cimo ku bixwe jî ji Gundê Bafelûnê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye, binpêkirinên li navçeyê dibin belge dike.

Zêneb Cimo li ser binpêkirinên çekdar û Erebên hawirde ji Rûdawê re axivî û wiha got:

“Ez weke keseke ji Gundê Bafelûnê dixwazim du nûçeyan tekez bikim.

Yek jê ji roja dagirkirina Efrînê heya îro ji xelkê Bafelûnê kesek venegeriyaye ser mal û milkên xwe.

Nûçeya duyemên jî, ev berhevkirin û diziyên darên zeytûnan ên vê dawiyê yên li Bafelûnê nûçeyeke rast e.

Zeytûn berhev kirine û şandine Ezazê û ew çiqlên wan daran jî bi hovîtî birîne.”

Li gorî amarên fermî, berî dagîrkirina Efrînê, zêdetirî 22 milyon darzeytûn li Efrînê hebûn.

Ji wan nêzikî 2 milyon darzeytûn ji aliyê çekdar û hawirdeyan ve hatine birîn.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê Derve yê Îtalyayê geheşt Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok

Serok Barzanî peyamek belav kir

Lalish Duhok

Bingeha Laleşê:Çekdarên tûdirew ên Sûriyê êrîşî çend gundên Kurdên Êzdî kirine

Lalish Duhok