شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja ziman û çanda Tirkmenî pîrzo be

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja ziman û çanda Tirkmenî pîrzo be

Bi helkefta roja ziman û çanda Tirkmenî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Roja ziman û çanda Tirkmenî pîrzo be”.

Herwesa Mesrûr Barzanî nivîsiye, “Em bi vê helkeftê pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên tevaya pêkhatan û berdewamiya çanda pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhatên Kurdistanê tekez dikin”.

Di rûniştina Perlemana Kurdistanê ya roja 25ê Berçileya 2019ê de, roja 25ê Şibatê wekî roja rojnamevaniya Tirkmenî û roja 17ê Mijdarê jî wekî roja fermî ya ziman û çanda Tirkmenî hatin nasandin û bi dengên piraniya perlemantaran hatin pejirandin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka: Em keyfxweşin ku nûnerê Barzanî di konfransê de amade ye

Lalish Duhok

Festîvala Fîlm a Duhokê tê lidarxistin

Lalish Duhok

Salnama Laliş ya sala 2017ê belavbu

Lalish Duhok