شبكة لالش الاعلامية

Jina kurda êzîdî: Em difirotin 1 dolarî

Jina kurda êzîdî: Em difirotin 1 dolarî

(Rûdaw) – Çîrokên, wan bûyer û karesatên ku bi serê kurdên êzidî de hatine bidawî nabin.

Yek ji wan trajediyên ku di dema êrişa DAIŞê de li Şingalê bi ser kurdên êzidî de hat, rûdanên gundê Koço bûn.

Beşekî zêde ya niştecihên wî gundî bûne qurbanî. Ji koma 1738 kesan bi tenê 490 kes rizgar bûne.

Li gundê Koça keçeke kurda êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye ji Rûdawê re got, çekdarên rêxistinê ew wekî koleya li bazaran difotin.

Herwiha wê keça kurda êzîdî got, bi rojan ew birsî û bêav dihîştin ew ni nerxî yek dolarî difirotin.

Kontrola gundê Koço hêj di destê çekdarên rêxistina DAIŞê de ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Duhok- Jimareyeka zankoyên Herêma Kurdistanê û Ewropa konfransekê zanistî encam diden

Lalish Duhok

Li ser derxistina PKKê ji Şingalê, nakokî ketiye navbera Ebadî û Malikî

Lalish Duhok

Rapora Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbarê alîkariyên ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Lalish Duhok