شبكة لالش الاعلامية

Kesekî 264 revandiyên êzdî ji destê terorîstan rizgar dike

Kesekî 264 revandiyên êzdî ji destê terorîstan rizgar dike

Çavkanî :basnews

-Xêrxwazekî rizgarkirina revandiyên êzdiyên di destê terorîstên DAIŞê diyar kir, roja terorîstên DAIŞê keç û jin û zarokên êzdiyan revandine heta naha 264 kesên revandî ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgarkirine û gelek caran hevalên me ketina kemîn û xefikên DAIŞê û hatine bêserşûm kirin.

Xêrxwazê rizgarkirina êzdiyên revandî yên di destê terorîstên DAIŞê yê bi navê Ebdula Ebas ji BasNewsê re diyar kir: ‘’Herkesekî ku bikeve destê xefika terorîstên DAIŞê wê bê kuştin û bê serşûmkirin. Heta naha gelek caran keç, jin û zarok me rizgar kirine. Lê ewên ku di rêyan de ketine xefikên terorîstên DAIŞê de piranî hatine bêserşûm kirin û winda kirine. Lê revandî piraniya wan li Sûriyê bi rêyên xwe yên taybet ve me rizgar kirine.’’

Ew xêrxwazê rizgarkirina revandiyên êzdiyan Ebdula Ebas got: ‘’264 kesên revandî bêhtir me ji Sûriyê rizgar kirin. lê naha karê rizgar kirina revandiyan gelek zehmet bûye. Ji ber ku terorîstên DAIŞê çavdêriyekî bihêz û dijwar danîne ser revandiyan.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Merkel: Em ligel Pêşmerge lêkolînê li ser avakirina herêmek aram jibo Êzidiyan dikin

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo roja cejna karkerên cîhanê peyamek belav kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê di 10 salan de 490 jin hatin kuştin

Lalish Duhok