شبكة لالش الاعلامية

Keça Êzîdî Nîda Reşo ji Kampa Penaberan Bo Xwendina Doktoriyê li Îtalya

Keça Êzîdî Nîda Reşo ji Kampa Penaberan Bo Xwendina Doktoriyê li Îtalya

Çavkanî : Denge Amrîka

Nîda Osman Reşo keça Êzîdî ye ku tevî malbata xwe di sala 2014an de jiber zordariya çekdarên DAIŞê ji Şengalê reviyabûn.

Wan di destpêkê de qesta bajarê Zaxo kiribûn, şûn de çûbûn Tirkiyê, piştî demeke kurt cardin vegeriyan Herêma Kurdistanê li kampa penaberan li Şariya cîh bûn.

Nîda Reşo jiber rewşa aloz ya jiyana malbata wan bi taybetî û ya civaka Êzîdî bi giştî nikarîbû taqikirina xwe ya dawiyê encam bide.

Lê wê xwe radestî rewşa heyî nekir, berdewamî bi xwendina xwe da, di taqîkirinên rêza şeşan ya amadeyî de pişka zanistî, di astekê bilind de serkeftin bidest anî.

Nîda Reşo bi alîkariya rêxistina Yezda û malbata xwe, wek xwendekareke zîrek û serkeftî jibo xwendina li dervey welat, li Îtalya hat bijartin û wek xwendekara doktoriyê hate qebûl kirin.

“Ez meha bê jibo xwendina doktoriyê diçim Îtalya. Dema min xwendina xwe xelas kir, ezê vegerim welêt û di nava civak û milletê xwe de, xizmetên xwe pêşkeş bikim”.

Reşo li kampa koçberan li Şariya ya nêzîk bajarê Duhok, zimanê xwe yê Îngîlizî xurt kir û li têsta xwendina li derveyê welat ser ket. Ew niha xwe jibo sefera Îtalya û qonaxeke din ya jiyanê amade dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Êrîşa Bexdayê, nîşana bêwîcdanî û nemirovbûna terorîstan e

Lalish Duhok

Firokeyên Tirkiyê binke û otomobîlên PKKê li Şingalê dan – Kuştî û birîndar hene

Lalish Duhok

Mîr Dasin Faruq Beg: Xelkê Şingalê geheştine wê baeriyê ku milîs naxwazin Êzdî li bajêr bimînin

Lalish Duhok