شبكة لالش الاعلامية

Yekîtîya futbola Kurdistanê çend biryarên nû derxistin

Yekîtîya futbola Kurdistanê çend biryarên nû derxistin

Çavkanî :Waar Media

Ji bo zêdetir rêxistina şêwazê brêveçûna werzê nû yê çalakîyan, yekîtîya futbola Kurdistanê çend biryarên gring di kombûna xwe ya asayî ya heftîyane da derkirin û dûpat li ser destpêkirina werzê nû yê xula Nayaba Kurdistanê li sê heyva Çirya duwê hate kirin, û pêkînana lijneyekê bo amadekirina projeyê hevbestên yarîkeran ji çend bispor û şarezayên futbolê li kurdistanê hate ragîhandin..

Dîsan biryar hate dan bi rakirina hemî cezayên darayî yên werzê 2015 – 2016 li ser yarîker û dezgehên werzişî û derkirina lêborîna giştî… ji alîyekî din yê kombûnêda biryar hate dan li demê êrişkirinê û destdirêjîyê li ser serperşitîyar û dadvanan ji alîyê her kesekî ve dinav yarîgehan da, yekser dadvan dê yarîyê bi dawî bînw û bo encamê dorandin sê bi çin bo alîyê êrişker dê bê hijmartin, û di dawîyê da jî biryar hat dan bi guhertina jivanê destpêkirina xula ple dû ya Kurdistanê bo roja sêşembê 20 eylûlê ji ber bênvedana cejna qurbanê ya pîroze.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Australiyayê dike

Lalish Duhok

Netewên Yekgirtî: Dê 2 milyon û 300 hezar Îraqîyên din aware bin

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Li Şingalê egera derketina şer di navbera PKKê û artêşa Iraqê de heye

Lalish Duhok