November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê‌ Laliş stafê‌ filmê‌ (Bayê‌ Reş) mêvan diket

Bingehê‌ Laliş stafê‌ filmê‌ (Bayê‌ Reş) mêvan diket

Jemal Kudî\ LMN 

bi amadebûna jimareke kesayetî û rewşenbîr û çalakvanên êzidîya li roja yek şembûyê‌ li rêkeftî 4/9/2016 desteya bilinda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîry û komelayetî stafê‌ filmê‌ (Bayê‌ Reş) mêvan kirin jwan jî derhênerê‌ filmî Hisên Hesen ji ber wan rengvedana yê li cada êzidî peydabuyn û ew dîmenên bi rzgarbuyîn keçên êzidî grêday ne di guncay bûn digel vî barudoxê‌ êzidî têra derbazdibin .

berêz şêx şamo serokê‌ desteya bilinda bingehî û endamên desteya bilinda bingehê laliş û rêveberê‌ rêveberya giştî ya rewşenbîrî û hunerî li dihokê‌ Ayub Remezan û çendîn kesayetyên dî yên hizbî divê‌ runştnê‌ de damadebûn .

piştî berêz Ayub Remezan peyvek pêşkêş kirî û têda amaje day ku êzidî beşek girngin ji mêjuwa kurdistanê‌ û divêt em hemû digel hev di harîkarbin bo pêşkeftna hunerê‌ sînemayê‌ li herêma kurdstanê‌ nek bitinê‌ berê‌ me li wan şaşya bit yên bê‌ merem peydadibin، paşî gengeşe dinav bera derhênerê‌ filmî û amadebuya de çêbû da ku bigehne rêkeftnekê‌ dipaşerojê‌ de ev filme nebite cîyê‌ dilgranîya êzdîya ، li dor vê‌ çendê‌ Hisên hesen derhênerê‌ filmî got ev filme bitinê‌ bi wan 2 xoleka nayête helsengandin çinku ev filme 92 xoleke û kurtyek ji dîroka êzidîya têde dyar dibit zêdebarî ew zulma li êzidîya hatye kirin di demê‌ karesata Şingalê‌ de û her dû layên divî filmî de heyne yê‌ xêrê‌ û yê‌ şerî û li dumahîya filmî derencamê‌ dirust dê‌ dyarbit û got eve ne filmê‌ dikîwmêntî ye eve filmê‌ sînemaî ye bi rêka wî dê‌ ev mergesat ne l i gelek ciha were nîşandan .

 paşî berêz şêx şamo jî got divan karên wesa de girnge bi hurî reftar bihête kirin û bi taybetî li rasta pêkhatên kurdstanê‌ çinku herêma kurdstanê‌ bi hemû pêkhatên xove ye ciwane .

 paşî li gor wan gengeşe hemû amadebûya pêşnyar kir hindek gihorînên sivk di filmî de bihêne kirin bê‌ kartêkirin li hemû filmî bit û piştî nimayşkirinê‌ eger boçon û gaznde li ser hebin her kesekî bivêt dikart birêkên yasayî û şarstanî gazndên xo dyarbket .

14256290_997084700389438_484338944_n 14248842_997084680389440_426052443_n 14194479_997084677056107_741509466_n 14194324_997084690389439_381955813_n 14080855_997084683722773_87770276_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi