شبكة لالش الاعلامية

Kuwêt dê çend pirojeyên mezin jibo awareyên li qeza Şêxan bike

Kuwêt dê çend pirojeyên mezin jibo awareyên li qeza Şêxan bike

 Çavkanî : BasNews

 

Qunsilê Giştî yê Kuwêt li Herêma Kurdistanê serdana kampa Mam Reşan li qeza Şêxan ser bi parêzgeha Duhokê ve kir û biryar da ku hin karên mezin jibo awareyên wê kampê bike.

 

Îrp 16 Tebaxê, Qayimeqamê qeza Şêxan Serdar Yehya ji BasNews re ragehand ku, piştî ku Qunsilê Giştî yê Kuwêt Dr. Omer Ehmed serdana kampa Mam Reşan kir û ji nêzîkve haydarî rewşa awareyên wê kampê bû, biryar da ku hiundek karên baş jib o wan were kirin û got: “Kuwêt dê dibstanek mezin û nexweşxaneyekê li kampê avabike ligel peydakirina hejmarek karvanan jibo xelkê kampê.”

 

Navborî got jî: “Niha em amadekariyên xwe dikin, jiber di şerê Mûsilê de têpêşbînî kirin ku hejmareke herî mezin ji awareyan berê xwe bidin qeza Şêxan ku nêzktirîn qeza jibo Mûsilê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Termê Mîr Tehsîn Beg li Şêxanê spartin axê

Lalish Duhok

Bingehê Laliş çar pertûk li dor êzdînasyê çapkirin

Lalish Duhok

vekirina simînarekê‌ lidur hevjînya bilez û tund û tîjîî bo kumeka keçên sinêle li kempa şarya.

Lalish Duhok