شبكة لالش الاعلامية

Barzanî û balyozê nû yê Kuwêtê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Barzanî û balyozê nû yê Kuwêtê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Çavkanî :Basnews

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Kuwêtê li Iraqê û şandeya li gel kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye:

Roja pênçşem 06.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Salim Xesban El Zimanan Balyozê nû yê Kuweyt li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Kuweyt li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û her wiha silavên Mîrê Kuweytê bi Serok Barzanî re gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera her dû aliyan hêviya pêşketin û aramiyê jî, ji bo gelê Kurdistanê xwest.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Mîrê Kuweytê kir û hêviya serkeftinê jî ji bo Balyozê nû yê Kuweyt li Iraqê xwest û ronahî xiste li ser girîngî û pêgeha welatê Kuweytê û pêşwaziyê jî li berfirehtirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytê kir.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û şerê terorê û serdana Serok Barzanî ya Bexda û peywendiyên di navbera her dû aliyan xistin ber behs û guftûgoyan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna serê sala ola Êzidî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Bêbanê kêşeya kêmbuna pertokan li xwandingehên Bozan çareserkir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li general Richard Bell kir

Lalish Duhok