شبكة لالش الاعلامية

Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir

Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir û daxwaza “piştevaniya tam” ji wî kir.

Serok Barzanî jî mîna gelek serok û lîderên cîhanê pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir.

Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de diyar kiriye ku gelê Kurdistanê heyamek dirêj e rastî zilmeke mezin hatiye ji ber wê jî neçar ma bo parastina nasnameya xwe ya netewî û azadiya xwe xebat bike.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa şerê DAIŞê jî kiriye û gotiye, em niha jî di şerekî giran û mezin de ne li hember terorîstên DAIŞê, ku rêxistineke terorîstî ya cîhanê ye. Me di vî şerî de gelek qurbanî dane.

Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê jî kiriye ku di şerê DAIŞê de alîkariya gelê Kurdistanê û Pêşmerge kirine û ev daxwaz ji Trump kiriye: Gelê Kurdistanê li benda piştevaniya tam e ji cenabê we bo bidestanîna mafên xwe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin

Lalish Duhok

Di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de deriyekî sînorî yê nû tê vekirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo damezrandina navendek bo karûbarên Kurdên Feylî amade ye

Lalish Duhok