Meclîsa Êzidiyan: Bila PYD xwe tevlî me neke
Çavkanî :Rudaw
Meclîsa Êzidiyên Sûriyê di daxuyaniyekê de ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxwaz dike ku destê xwe nexe nava karûbarên êzdiyan li Sûriyê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li bajarên Serê Kaniyê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, çekdarên îslamî yên tundrew zilmeke mezin li wan kirin û ji ber wê yekê gelek ji wan neçar man ku dev ji mala xwe berdin û koçber bibin.
Meclîsa Êzidiyên Sûriyê eşkere dike ku vê dawiyê PYD jî dest pê kiriye ku wan bixe bin desthilata xwe.
Li gor daxuyaniyê li herêma Cizîrê PYD dest daniye ser Mala Êzîdiyan û ji xwe re berpirsên Mala Êzdiyan dest nîşan dike, ev jî ji aliyê kurdên êzidî ve bi temamî tê redkirin.
Daxuyanî her wiha eşkere dike ku PYD li Efrînê, bêyî ku li êzidiyan guhdarî bike û nêrîna wan bistîne peykerê Zeradeşt çêkirin û ew peyker bi tu awahî nûnertiya êzidiyan nake.
Ji aliyê din ve Serkirdeyî Encûmana Êzidiyên Sûriye li Kolnê Ednad Hesen beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand çênabe ku Mala Êzidiyan ji aliyê kesên din ve bê avakirin.
Ednan Hesen diyar kir ku bê wan nûnerên Mala Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê hatine destnîşan kirin.
Hesen herwiha got, hejmareke zêde kesên ereb ketine nav gundên wan û egera guhertina demografiyayê heye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
