شبكة لالش الاعلامية

Keçên êzîdî li Mûsilê ji bo Teleferê hatin veguhestin

Keçên êzîdî li Mûsilê ji bo Teleferê hatin veguhestin

 BasNews

Serokê Encûmena bajarokê Şingalê eşker kir ku DAIŞ ji bo ku bikare keçên êzîdî wek mertalên mirovî bikar bîne wan li Mûsilê ji bo Teleferê dibe.

Serokê Encûma bajarê Şingalê, Weyîs Nayîf bo BasNews ragehand ku:”Kesekê Teleferî ji bo me diyar kiriye ku keçên êzîdî bi sê otomobîlan ji bo teleferê hatin veguhestin.”

Wesyîs Nayîf ev yeke jî eşkere kir ku DAIŞ li Heşda Şeibî ditirse û ji bo vê yekê tê çaverêkirin ku keçên êzîdî wek mertalên mirovî li dijî Heşda Şeibî bikar bînin. Û berdewam kir ku:”Beşek li wan kesên ku hatine veguhestin kesên şiene  û DAIŞ dixwaze wane hemûyan wek mertalên mirovî bikar bîne.”

Wî berpirsî herwaha got ku keçên êzîdî berî niha li Teleferê bûn lê belê hemû ji bo Mûslê hatibûne veguhestin û niha jî carek din hemûyan li Mûsilê ji bo Teleferê dibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Bingehê Laliş helbestvan û stranbêjê klîpa “Ola Resen” xelatkirin

Lalish Duhok

Oxir û feleka we ya xêrê be rêzdar Şêx Şamo .

Lalish Duhok

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî hat diyarkirin

Lalish Duhok