شبكة لالش الاعلامية

ŞINGAL – Rojane nêzîkî 50 malbat vedigerin warê xwe

ŞINGAL – Rojane nêzîkî 50 malbat vedigerin warê xwe

Şingal (Rûdaw)

 Di nav mehekê de 700 malbatên xelkê Şingalê û derdora wê, ji kampên parêzgeha Duhokê, vegeriyane navçeya xwe û daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku xizmetguzariyên av, elektrîk û tendirustiyê ji bo wan werin dabînkirin.

Tevî ku navenda navçeya Şingalê ji ber şerê DAIŞê wêran bûye û hîn xizmetguzarî têde nînin, xelkê Şingalê vedigerin cih warên xwe.

Welatiyê bi navê Kemal Hacî Murad diyar kir, ku weke gelek malbatên din, ew jî vegeriyane Şingalê û destnîşan kir, ku her roj nêzîkî 50 malbat vedigerin Şingalê û pêwistiya wan bi xizmetguzariyên av û elektrîkê heye.

Endamê Encumena Navçeya Şingalê Xwedêda Murad Hesen ji Rûdawê re ragihand, ku heta niha ji bo avakirina Şingalê ti alî pêngave cidî neavêtine û diyar kir, ku ew weke îdara Şingalê, weke qaymiqam û encumen, ji hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, ku alîkariya xelkê were kirin û pêwîstiya elektrîk û avê bêne dabînkirin, da ku xelk bêtir vegerin warê xwe.

Weke din Xwedêda Murad Hesen amaje bi yekê kir, ku rojane 50 – 60 malbat vedigerin Şingalê.

Salek û 8 meh in, ku Şingal ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdên Êzidî li Laleş kareseta Şingalê bibîranîn

Lalish Duhok

li nawçeya Baedrê karesata Şingelê hat sax kirin

Lalish Duhok

Rêberê Misilmanên Selefî li Kurdistanê hat girtin

Lalish Duhok