شبكة لالش الاعلامية

ŞINGAL – Rojane nêzîkî 50 malbat vedigerin warê xwe

ŞINGAL – Rojane nêzîkî 50 malbat vedigerin warê xwe

Şingal (Rûdaw)

 Di nav mehekê de 700 malbatên xelkê Şingalê û derdora wê, ji kampên parêzgeha Duhokê, vegeriyane navçeya xwe û daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku xizmetguzariyên av, elektrîk û tendirustiyê ji bo wan werin dabînkirin.

Tevî ku navenda navçeya Şingalê ji ber şerê DAIŞê wêran bûye û hîn xizmetguzarî têde nînin, xelkê Şingalê vedigerin cih warên xwe.

Welatiyê bi navê Kemal Hacî Murad diyar kir, ku weke gelek malbatên din, ew jî vegeriyane Şingalê û destnîşan kir, ku her roj nêzîkî 50 malbat vedigerin Şingalê û pêwistiya wan bi xizmetguzariyên av û elektrîkê heye.

Endamê Encumena Navçeya Şingalê Xwedêda Murad Hesen ji Rûdawê re ragihand, ku heta niha ji bo avakirina Şingalê ti alî pêngave cidî neavêtine û diyar kir, ku ew weke îdara Şingalê, weke qaymiqam û encumen, ji hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, ku alîkariya xelkê were kirin û pêwîstiya elektrîk û avê bêne dabînkirin, da ku xelk bêtir vegerin warê xwe.

Weke din Xwedêda Murad Hesen amaje bi yekê kir, ku rojane 50 – 60 malbat vedigerin Şingalê.

Salek û 8 meh in, ku Şingal ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li raspardeya Serok Barzanî biryareke girîng bo xwendekarên Êzdî hat derkirin

Lalish Duhok

Iraq alîkariya darayî dide jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî

Lalish Duhok

Bingehê Laliş peyameke serexoşiyê bo wexera dawya nvîser û vekolerê êzdî belavkir

Lalish Duhok