شبكة لالش الاعلامية

400 rizgarbûyên êzdî ji Romanya re tên rêkirin!

400 rizgarbûyên êzdî ji Romanya re tên rêkirin!

BasNews

 Qaymeqamê qeza Şingalê diyar kir hikûmeta Romanya razîbûye ku 400 keç û jinên êzdî yên ji deste terorîstên DAIŞê rizgarbûne dê ji Romanya re bên rêkirin ku çareseriya tenduristî û derûnî werbigrin.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta Romanya dê hemahengiyê li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bike bo rêkirina wan 400 keç û jinan. Hikûmeta herêma Kurdistanê dê navên wan keç û jinan kom bike, ku ew ji bo çareseriya tenduristî û derûnî li Romanya sûd jê wergirin.’’

Herwaha got: ‘’Ew keç û jin û zarokên tên rizgar kirin gelek hatine êşandin, gelek pêwîstiya wan bi alîkarî û çareseriyê heye. Naha li serokatiya tenduristiya Duhokê navendek çareseriyê bo wan hatiye vekirin û berdewam çareseriya hemûyan tê kirin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo: li P.Kurdistanê basê Jina Êzidî kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Barzanî ji Yekîtiya Ewropa re got, referandum dê di dema diyarkirî de birêve biçe

Lalish Duhok

Li Sûriyê ji ber erdhejê 11 hezar malbat niha bêwar in

Lalish Duhok