شبكة لالش الاعلامية

Seredana şandekî bingehê‌ laliş bo mezarê‌ nemran li barzan

Seredana şandekî bingehê‌ laliş bo mezarê‌ nemran li barzan

Tora laliş ya ragehandinê‌

Li rêkkeftî 10î adara2018, şandekê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî, bi serokatya berêz ”Şêx Şamo” serokê‌ bingehê‌ laliş seredana mezarê‌ nemran li gundê‌ barzan kir û jibal berêz ”Şêx Xelat Barzanî” nûnerê‌ serok Mesoud Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Şandê‌ bingehê‌ laliş tace gulîneyan li ser mezarê‌ nemran dana, paş berêz”Şêx Şamo”peyveka taybet bi vê‌ helkeftê‌ pêşkêşkir û got:”em wek şandekî pêkhatî ji bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî bi gişt tayî û nivîsîngehan û digel da komeka texa êzdyan hatîne seredana mezarê‌ nemran li barzan bi keyn”.

Di peyva xo da Şêxî amaje kir ku êzdî tûşî fermaneka dijwar bûyne xrabtir ji fermanên berê‌ di dirêjahya dîrokê‌ da, tekezkir pêş wext me hoşdarya hebûna gefên metrsî bo deverên êzdyan dabû.

Serokê‌ bingehê‌ laliş dûpatkr ku bi xebata barzanyê‌ nemr û hevalên wî û bi qurbanîdana pêşmergey dê‌ bi serbilndî jîn.

Dilayekî dî yê‌ peyva xo da diyarkir:”Ager bi cih înan bo mafên mirovî heba, viyaba girngîdan bi pirsa rîfrandomê‌ hatba dan ku dorên 90%ji xelkê‌ Kurdstanê‌ deng liser da”.

Di berdewamya axftina xo da şêxî xuyakir:”hîvîxwazin li bin peyrew û serkrdayetya serok”Mesoud Barzanî” li dewleta serbexoya kurstanê‌ da bjîn”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji rêze çalakiyên Bingehê Laliş Şingalê û ofîsên wê

Lalish Duhok

Yek ji rewşenbîrê Êzidînasyê koça dawî kir

Lalish Duhok

Laliş Şingal li kampa Xankê beşdarî çalakiyek hişyariya tenduristiyê dibe

Lalish Duhok