شبكة لالش الاعلامية

Ahngeka cemawerî ya mezin bo pştevanya berbjêra êzidî “Runak Alî Êzdîn” li Şarya hate gêran

Ahngeka cemawerî ya mezin bo pştevanya berbjêra êzidî “Runak Alî Êzdîn” li Şarya hate gêran
Tora Laliş ya Ragehandnê
Li roja pênc şemûyê rêkeftî 3î eyara 2018 li jêr druşmê (Bla êzdyên parêzgeha Duhukê ji perlemanê îraqê bê behr nebin) bingehê laliş tayê şarya bi hevkarî digel tîpa şarya ya honerî û lîjna nawça feydê ya PDK û rêkxrawên şarya û rojhelat û rastî yên PDK bi piştevanya cemawerê xoragrê komelgeha şarya û bi amadebûna jimareka mezina berprsên hikumî û hizbî û rêkxrawên meydenî û mamosta û rewşenbîrên sinurê parêzgeha Dhukê rabûn bi gêrana ahngeka cemawerya mezin bo pştevanya kiça êzîdxanê parêzer “Runak Alî Êzdîn”berbjêra partî dîmukratî kurdistan bo perlemanê îraqê li parêzgeha Duhok bi gêrana çendîn penelên cora û cor.

Piştî maweyek rêzgrtn bo gyanê pakê şehîdên kurdstanê û serkarwanê wan barzanyê nemr û îdrîsê canemerg rê û resmên ahngê destpêkrn، l destpêkê peyva cemawerî û bxêrhatnê hate xwandn jlayê “şêx şamo” endamê perlemanê kurdstanê û serokê desteya blnda bngehê lalş ku têda amaje bi çendîn xalên grng da û got berbjêra me Runak Alî kiça xankê ye û xwarzya şarya ye divêt bi dengên xo rêkene perlemanê îraqê bi dengdanê bi lîsta partî ya jimare ( 184) û berbjêra wê ya jimare (13) bo berevanîkirnê ji mafên êzdyan, ji layekî dîve peyvek hate xandin ji layê berêz “Serbest Tirwanşî” endamê serkrdayetya partî dîmukratî kurdstan û berprsê liqa 1 ya partî û di peyva xoda amaje xiste ser dîroka xebata partî dîmukratî kurdstan û qurbanîdana partî jibo parastina axa pîroza kurdstanê û pêkhatên kurdstanê û daxwazkir cemawerê xuragrê şarya û deverên êzdyan bçne ser sndoqên dengdanê li 12/5/2018 bo serkeftna lîsta partî û kandîdên wê.

Herwesan parêzer “Runak Alî Êzdîn” hate xwastin bo ser depê şanuyê bo pêşkêşkrna peyvekê, di peyva xuda supasya cemawerê şarya kir bo vê pştevanîkrnê û ahnga qeşeng, ji layekî dîve sozda eger hat û bi serkeft bibte cihê bawerya wan bo destve înana mafên êzdyan û daxwazkir dengê xo bdene lîsta 184 û jimare 13.

di penelekî dî yê ahngêda (Tapluya Cutyar) jilayê tîpa şarya ya hunerî hate nimayşkrn digel straneka filklorî.

paşî çendîn stran hatne gutn ji layê stranbêjên genc û dengxoş Romî Herkî, Ferset Xezalî û Hisên Agîd û li dawya ahngê dîlan hate gêran bi hemaseka mezin ji layê amadebûyan digel gutna strana.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Balafirên Tirkiyê li Şingalê wesayiteke çekdarên PKKê bombebaran kir

Lalish Duhok

Ukrayna dibe berendama Yekîtiya Ewropayê

Lalish Duhok

Parêzgarê Duhokê: 370 çadir li kampa Şariya şewitîn

Lalish Duhok