شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî li gel balyozê nû yê Japonyayê li Iraqê civiya!

Serok Barzanî li gel balyozê nû yê Japonyayê li Iraqê civiya!

BasNews – Serok Barzanî îro 24.09.2018ê li gel balyozê nû yê Japonyayê li Iraqê civiya û derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyek hat dayîn.

Li gor malpera Serok Barzanî daxuyaniya li ser hevdîtinê hatiye dayîn waha ye:

Roja dûşem, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Naofumi Hashimoto Balyozê nû yê Japonyayê li Iraqê kir.

Di destpêka hevdîtinê de, birêz Hashimoto spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê û xweşhaliya xwe nîşan da ku li destpêka karên xwe da wekî Balyozê nû yê Japonya li Iraqê, hatiye Kurdistanê û li gel Serok Barzanî dicive.

Balyozê Japonya li Iraqê, rola Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê da bi bandor û bilind nirxand û ragihand ku Kurdistan navendekî girîng ê aştî û aramiye li navçeyê da û Japonya hez dike li hemû waran da peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê pêş bixe, bi taybetî li warê aborî da û ew aştî û aramî handerekî bihêze ji bo veberhênanê û em jî karê zêdetir bo wî dikîn.

Balyozê nû yê Japonya her wiha ragihand ku welatê wan bi girîngiyekî zêde ve temaşa Kurdistanê dike û me hewl daye projeya stratejî bi cîh bikin û niha jî li warên av û kehrebe û avero û bendavên li Kurdistanê de hevkariya Kurdistanê dikîn û hewl didîn li warê çandinê da jî me proje hebê.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Japonya xwest û ragihand ku ji bo serkeftina projeyên we amadeyî hemû hevkariyekînê. Serok Barzanî piştevaniya xwe jî ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Kurdistan û Japonyayê de nîşan da.

Her li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û Kurdistan û navçeyê, danustandina bîr û ramanan kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pêwîstiyên navmalê ji bo koçberên kampa Şarya yên ziyan dîtine tên dabîn kirin

Lalish Duhok

Barzanî: Piştî azadiya Şingalê armanca me ya serekî avakirina navçeyê ye!

Lalish Duhok

Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

Lalish Duhok