شبكة لالش الاعلامية

Parlementerekî Kurdistanê: %80 xebatên amadekirina reşnivîsa Distûra Kurdistanê xilas bûne

Parlementerekî Kurdistanê: %80 xebatên amadekirina reşnivîsa Distûra Kurdistanê xilas bûne

BasNews – Endamekî parlementoya Kurdistanê ragihand, beşek mezin ji xebatên amadekirina reşnivîsa Qanûna Esasî ya Kurdistanê xilas bûye.

Parlementerê Kurdistanê û berdevkê komîsyona hiqûqê, Celal Mihemed ji BasNewsê re got, xebatên me yên amadekirina reşnivîsa Qanûna Esasî (Distûr) ya Kurdistanê didomin.

Celal Mihemed her wiha got, ez dikarim bêjim %80 xebatên amadekirina reşnivîsê xilas bûne, tenê beşek biçûk maye.

Wî parlementerê Kurdistanê da zanîn, mixabin ji ber aloziyên siyasî û ewlehiyê parlementerên xula berê nekarîbûn zêde di vî warî de kar bikin lê xoşbextane parlementerên xula nû di vî warî de aktîf in.

Wî endamê komîsyona hiqûqê da zanîn, piştî ku reşnivîsa Qanûna Esasî xilas bû dê nêrîna hemû aliyan li ser wê were wergirtin û bo referandomê were amadekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêmê û Şanda Netewên Yekgirtî mijara hilbijartinan û rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

“Elî Atlan” seredana bingehê‌ laliş kir û rewşa noke ya êzidyan di gel berêz”Şêx Şamo”gengeşekir

Lalish Duhok

Li Silêmaniyê perestgeheke 6 hezar salî hat dîtin

Lalish Duhok