شبكة لالش الاعلامية

Duhok- Rêjeya vaksînkirinê zêde bûye

Duhok- Rêjeya vaksînkirinê zêde bûye

BasNews– Li parêzgeha Duhokê rojane 800-1000 kes vaksîna COVID-19 werdigirin û hejmarek berfireh ji welatîyan seredana bingehên vaksinkirinê dikin.

Li parêzgeha Duhokê jibo vaksînkirina welatîyan 7 bingehên taybet hatine danîn.

Endamê Rêvebirê Saxlemîya Duhokê Hemze M. Alî dibêje ku niha 51,700 kes vaksîn wergirtine û vê dawîyê ew hejmar ber bi zêdebûne diçe.

Herwiha Hemze Dr. M. Alî  ji VOAyê re gotiye: “Piştî wergirtina vaksînê rêjeya tuşbûyan ber bi kêmbûnê diçe jiber ku di vê dema sala par rojane nêzî 400-500 kes tûşî nexweşîyê dibûn, lê ew hejmar niha rojane 150-200 kes in û rêjeya mirinê ber bi kêmîyê diçe.”

Herwiha Dr. M. Alî dibêje ku li bingehên vaksînê hin merc hene û di qonaxa yekê de bo wan kesan yên vaksîn bo tê dayin. Nabe vaksîn bo jinên ducanî û kesên ji 18 salî biçûktir hebe û kesên tûşî koronayê bûn divê piştî 4 hefteyan jinûve vaksînê wergirin.” 

Cîhê bîrxistinê ye ku rêvebirîya saxlemîya Duhokê ragihandibû ku di 24 saetên dawî de 157 kes tûşî koronayê bûne û 102 nexweş bi temamî qenc bûne û 2 nexweş ji canên xwe ji dest dane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî xaniyekî diyarî malbata xwendekarekê ku pileya yekem li Kurdistanê aniye dike

Lalish Duhok

Ji Barzanî banga referandomê

Lalish Duhok

Daxwaza girtina parlamentera êzîdî ya HDPê jî tê kirin

Lalish Duhok