شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî Cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî Cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê îro di twîttekê de cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û li her dereke cîhanê ji dil pîroz dikim.”

Îro Duşemê 2ê Tebaxa 2021, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesaba xwe ya Twitterê peyameke pîrozbahiyê bo Kurdên Êzdî belav kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereke cîhanê bin, ji dil pîroz dikim.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Hêvîdar im cejneka xweş û aram derbas bikin û cejn û bîrhatinên bên jî di dem û rewşên baştir de vegerin. Her sal bi xêr û xweşî. Silav li malbat û kesûkarên qurbaniyên Êzdî.”

Cejna Çileya Havînê cejneke serekî ya Kurdên Êzdî ye û her sal bi merasimên taybet li Perestgeha Lalişê ev cejn tê pîrozkirin. Kurdên Êzdî bi armanca beşdariya di vê cejnê de, ji derveyî welat û parçeyên Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê dikin.

Di merasîmê de dia têne kirin û qewlbêj ligel dengê def û şibabê stranên olî dibêje.

Kurdên Êzdî her sal weke vê hefteyê bi helkefta Cejna Çileya Havînê li Perestgeha Lalişê kom dibin û merasimên xwe yên olî li dar dixin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hejar Midîr: Êzidî û roja 25 septembra 2017 rêferanduma kurdistanê

Lalish Duhok

Kurdên Êzdî yên li kampan dixwazin li gundên Bakûr bicih bibin

Lalish Duhok

Li komelgeha Şarya work şopek, li dor mafên yasayî yên kemîneyan di desturê Êraqê da hate sazkirin.

Lalish Duhok