شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata hunermend Selam Koyî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata hunermend Selam Koyî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya hunermend Selam Koyî peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya hunermendê Kurd Selam Koyî peyamek arasteyî malbata wî kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez xemgîn bûm bi bihîstina nûçeya koça dawî ya hunermendê naskirî yê Kurdistanê Selam Koyî. Wî gelekî xizmeta hunera kurdî kiriye.”

Di berdewamiya peyama xwe de Mesrûr Barzanî bo malbata Selam Koyî diyar dike: “Ez sersaxiyê didim we û xwe şirîkê xema we dibînim. Xwedayê mezin ruhê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide we.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê li 29 salvegera karesata Enfalê daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Li Polandayê hezaran xwendekarên Ukraynî dest bi xwendinê kirin

Lalish Duhok