شبكة لالش الاعلامية

Jina ku mir piştî 45 xulekan sax bû

Jina ku mir piştî 45 xulekan sax bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Baltîmorê yê Amerîkayê jineke ku wek bijîşkî mir piştî 45 xulekab dîsa sax bû.

Li gorî medyayên Amerîkî, jina bi navê Kathy Patten dema ku bi golfê dileyst, bi riya telefonê agahdar bû ku keça wê ji bo zayînê rakirine nexweşxaneyê.

Di wê demê de celta dil li Kathy Patten da û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin nexweşxaneyê.

Keça wê ya bi navê Stacey Fifer ku di heman nexweşxaneyê de li ber zayinê bû, pitika wê di kanala jidayîkbûnê de asê ma û pitik bi neştergeriya sezeryenê hat dinê.

Hat îdiakirin Kathy Patten a ku dilê wî sekinî bû û nebza wê lê naxe, 45 xulek şûnda di encama vejandina kardiopulmonar (CPR) ya tîmên bijîşkî de cardin hat vejandin.

Di heman xulekan de li heman nexweşxaneyê neviya Patten ya bi navê Alora ji dayîk bû.

Kathy Patten di derbarê bûyerê de got “Ji ber ku Xwedê şansek duyemîn da min, Ez gelek spasdar im.” Li aliyê din bijîşkê masja dil li Patten kir got ku ew pirsa gelo bûyer encamek bijîîkiya nûjen e yan jî mûcîzeyek ji morvan re dihêle.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mamostayên zanîngeha Dihokê bandora tîrêjên (X) li ser laşê mirov îsbat kirine

Lalish Duhok

Raporteke Brîtanî: Destê Tirkiyê di Jenosîda Kurdên Ezdî de hebû

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya temam bo rojnamevanan dûpat dikin

Lalish Duhok